CFWIJ'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Nûrcan Yalçin da
- 15:20 4 Sibat 2022
- Rojane
ENQERE - Koalîsyona Jinê ya di Rojnamegeriyê de ji bo rojnameger Nûrcan Yalçin daxuyanî da û da zanîn ku hemleyên li dijî çapemenî û azadiya îfadeyê nayên qebûlkirin.
Koalîsyona Jinê ya di Rojnamegeriyê de (CFWIJ), bi daxuyaniya ku da bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Nûrcan Yalçin a li mala xwe ya Amedê hat binçavkirin da.
CFWIJ'ê polîtîkayên zextê û çewisandinê yên li ser rojnamegeran şermezar kir û hat bibîrxistin ku di operasyona li dijî Komeleya Jinê ya Rosayê de jî lêpirsîn derbarê Nûrcanê de hatiye destpêkirin û li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê darizandin.
CFWIJ'ê da zanîn ku zext û operasyonên çewisandinê yên li dijî rojnamegeran ên li Tirkiyeyê bi fikar in û got hemleyên li dijî çapemenî û azadiya îfadeyê nayên qebûlkirin.