Ji bo Şerîfe Mihemed wê dest bi greva birçîbûnê bikin

  • 20:23 10 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Parêzvana mafê mirovan parêzer Nesrîn Sentûde û girtiyê siyasî yê berê Ferhad Mîsemî ragihan ku eger biryara darvekirina Şerîfe Mihemedî neyê betalkirin wê dest bi greva birçîbûnê bikin.
 
Parêzvana mafên mirovan Nesrîn Setûde  û girtiyê siyasî yê berê Ferhad Mîsemî, parêzer têkildarî biryara darvekirinê ya ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ya li Girtîgeha Evîn daxuyaniyek dan.Nesrîn Sentûde û Ferhad Mîsemî ragihan ku eger biryara darvekirina Şerîfe Mihemedî neyê betalkirin ewê dest bi greva birçîbûnê bikin û destnîşan kirin ku ewê çalakiya xwe ya birçîbûnê li ber Dadgeha Şoreşê lidar bixin.
 
Nesrîn û Ferhad diyar kirin ku  ku ger biryara darvekirina Şerîfe Mihemedî neyê betalkirin wê dest bi greva birçîbûnê bikin û destnîşan kirin ku ewê çalakiya xwe ya birçîbûnê li ber Dadgeha Şoreşê lidar bixin.