CFWIJ'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Nûrcan Yalçin da 2022-02-04 15:20:18     ENQERE - Koalîsyona Jinê ya di Rojnamegeriyê de ji bo rojnameger Nûrcan Yalçin daxuyanî da û da zanîn ku hemleyên li dijî çapemenî û azadiya îfadeyê nayên qebûlkirin.    Koalîsyona Jinê ya di Rojnamegeriyê de (CFWIJ), bi daxuyaniya ku da bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Nûrcan Yalçin a li mala xwe ya Amedê hat binçavkirin da.    CFWIJ'ê polîtîkayên zextê û çewisandinê yên li ser rojnamegeran şermezar kir û hat bibîrxistin ku di operasyona li dijî Komeleya Jinê ya Rosayê de jî lêpirsîn derbarê Nûrcanê de hatiye destpêkirin û li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê darizandin.    CFWIJ'ê da zanîn ku zext û operasyonên çewisandinê yên li dijî rojnamegeran ên li Tirkiyeyê bi fikar in û got hemleyên li dijî çapemenî û azadiya îfadeyê nayên qebûlkirin.