Astengkirina daxuyaniya li dijî êrîşan hat şermezarkirin

  • 18:21 2 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - HDP bi şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Mexmûr, Şengal û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê xwest li ber avahiya xwe ya li semta Ofîsê ya Yenîşehîrê daxuyaniyekê li dar bixe. Astengkirina daxuyaniya li dijî êrîşan bi lêxistina tewa û quşxaneyan hate protestokirin. 
 
Rêxistina Bajarê Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji bo protesto kirina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Mexmûr, Şengal û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê xwest li ber avahiya xwe ya li semta Ofîsê ya Yenîşehîrê daxuyaniyek li dar bixe. Lê bêriya daxuyaniyê semta Ofîsê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. 
 
Têketin û derketina ji avahiya partiyê hate astengkirin
 
Polîsan têketin û derketina girseyi yê ji avahiyên partiyê asteng kirin. Li dijî vê yekê girseyê bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin. Her wiha girseyê astengkirina polîsan bi çalakiya rûniştinê protesto kirin. 
 
Ji aliyekî dinê ve jî Meclîsa Ciwanên HDP’ê astengkirin bi lêxistina tewa û qûşxaneyan protesto kirin. Her wiha gel jî piştgirî dan çalakiyê. Çalakî bi dirûşma “HDP gel e, gel li vir e” bi dawî bû.