Astengkirina daxuyaniya li dijî êrîşan hat şermezarkirin 2022-02-02 18:21:53     AMED - HDP bi şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Mexmûr, Şengal û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê xwest li ber avahiya xwe ya li semta Ofîsê ya Yenîşehîrê daxuyaniyekê li dar bixe. Astengkirina daxuyaniya li dijî êrîşan bi lêxistina tewa û quşxaneyan hate protestokirin.    Rêxistina Bajarê Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji bo protesto kirina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Mexmûr, Şengal û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê xwest li ber avahiya xwe ya li semta Ofîsê ya Yenîşehîrê daxuyaniyek li dar bixe. Lê bêriya daxuyaniyê semta Ofîsê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin.    Têketin û derketina ji avahiya partiyê hate astengkirin   Polîsan têketin û derketina girseyi yê ji avahiyên partiyê asteng kirin. Li dijî vê yekê girseyê bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin. Her wiha girseyê astengkirina polîsan bi çalakiya rûniştinê protesto kirin.    Ji aliyekî dinê ve jî Meclîsa Ciwanên HDP’ê astengkirin bi lêxistina tewa û qûşxaneyan protesto kirin. Her wiha gel jî piştgirî dan çalakiyê. Çalakî bi dirûşma “HDP gel e, gel li vir e” bi dawî bû.