Ji bo girtiyan li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin

  • 14:53 1 Sibat 2022
  • Rojane
 
NAVENA NÛÇEYAN - Ji ber binpêkirina mafên li girtîgehan û mirinên li girtîgehan li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan da hat ragihandin divê binpêkirina mafên li girtîgehan û mirinên li girtîgehan bi dawî bibin. 
 
Bi pêşengiya komeleyên malbatên girtiyan li gelek bajaran tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, mirinên li girtîgehan û neberdana girtiyên nexwe û girtiyên cezayê wan qediyaye protesto kirin. 
 
Wan
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran (TUHAY-DER) a Wanê li ber Kargeha Ovayê daxuyanî da. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. 
 
Îzmîr
 
Bi pêşengiya EGE TUHAYDER’ê jî li Îzmîrê li ber nûnertiya DBP’ê daxuyanî hat ayîn. Rêveberên HDP, DBP, HDK, ÎHD, ANYAKAY-DER, Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî, bila dawî li mirinên li girtîgehan were” hat vekirin. Dovîzên “Tecrîd sûcê mirovahiyê” û “ji girtiyên nexweş re azadî” hatin hildan. 
 
Stenbol
 
Li Stenbolê jî bi pêşengiya MATUHAYDER’ê li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê HDP’ê Zeynel Ozen, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankartê “Ji girtiyên nexweş re azadî, bila dawî li mirinên li girtîgehan were” hat vekirin û dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hat berzkirin.  
 
Edene
 
Li Edeneyê jî li avahiya AATUHAY-DER’ê daxuyanî hat dayîn. Rêveberên HDP, DBP, AYKAY-DER û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Mêrsîn
 
Li Mêrsînê jî bi pêşengiya Çukurova TUAY-DER’ê li vahiya Rêxistina HDP’a Mêrsînê daxuyanî hat dayîn. Rêveberên HDP, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.