Li sê bajaran 4 kes hatin binçavkirin
- 12:46 28 Çile 2022
- Rojane
AMED - Polîsan li sê bajaran bi ser malan de girtin û herî kêm 4 kes kirin binçavan.
Li navçeya Rezanê ya Amedê polîsan serê sibehê bi ser mala Dîlan Kartal de girtin. Polîsan kelûpelên malê belav kirin û dest danîn ser hin wêneyan û heqaret li ferdên malbatê kirin. Piştî lêgerîna li malê Kartal kirin binçavan û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn.
Sêrt
Li navçeya Hawêl a Sêrtê jî polîsan avêt ser malekê û Yusuf Genç kirin binçavan. Hat zanîn ku Genç dê ji bo îfadeyê bibin Amedê.
Êlihê
Li Êlihê jî polîsan bi ser malekê de girt û kelûpelên malê li nava hev xistin. Polîsan Vedat Ozer û Vedat Guler ên endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kirin binçavan û birin Amedê.