Li Mêrdînê 2 jê jin 7 kes hatin binçavkirin
- 10:19 26 Çile 2022
- Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê serê sibê polîsan bi ser malan de girtin û 2 jê jin 7 kes hatin binçavkirin.
Polîsan vê sibehê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi ser gelek malbatan de girt. Di encamê de 2 jê jin 7 kes hatin binçav kirin.
Navên kesên ku hatin binçav kirin wiha ne: "Selma Işik, Halîme Tutmaz, Erdal Çam, Celal Kurga, Bedîrhan Şeran, Hamîd Kurga û Umît Damar,
Sedema binçavkirinê nehat zanîn û kesên ku hatin binçavkirin birin Midûreyat Emniyeta Mêrdînê.