Li Mêrdînê 2 jê jin 7 kes hatin binçavkirin 2022-01-26 10:19:07   MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê serê sibê polîsan bi ser malan de girtin û 2 jê jin 7 kes hatin binçavkirin.   Polîsan vê sibehê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi ser gelek malbatan de girt. Di encamê de 2 jê jin 7 kes hatin binçav kirin.    Navên kesên ku hatin binçav kirin wiha ne: "Selma Işik, Halîme Tutmaz, Erdal Çam, Celal Kurga, Bedîrhan Şeran, Hamîd Kurga û Umît Damar,   Sedema binçavkirinê nehat zanîn û kesên ku hatin binçavkirin birin Midûreyat Emniyeta Mêrdînê.