Çalakiya nobetê ya Mexmûriyan di roja 22'yan de didome

  • 16:33 22 Çile 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî dorpêça Arteşa Iraqê çalakiya Mexmûriyan 22 roj in didome. Çalakgeran da zanîn ku dê wargeha xwe biparêzin û li ber xwe bidin. 
 
Di 27'ê mijdarê de hêzen çekdar ên hikûmeta Iraqê xwestin ku li dora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi têlên dorpêç bikin. Mexmûrî li dijî vê rabûn û nehiştin ku wargeh bê dorpêçkirin. Piştre jî li ber seytereyê kon hat vedan û çalakiya parastina wargehê hat destpêkirin. Çalakî 22 roj in didome. 
 
Ezîza Teymûr têkilî çalakiya nobetê diyar kir şêniyên kampê ev ji 20 salan zêdetir e ji bo hebûnê têdikoşe, dev ji nasname û daxwazên xwe yên polîtîkayê neqeriyaye û got: ''Ev mirovên ku bi mirinê re rû bi rû bûne wê têlên direhî qebûl bikin?''
 
Mizgîn Kar jî got ew ê tu caran serê xwe netewînin, heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin.