Çalakiya nobetê ya Mexmûriyan di roja 22'yan de didome 2022-01-22 16:33:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî dorpêça Arteşa Iraqê çalakiya Mexmûriyan 22 roj in didome. Çalakgeran da zanîn ku dê wargeha xwe biparêzin û li ber xwe bidin.    Di 27'ê mijdarê de hêzen çekdar ên hikûmeta Iraqê xwestin ku li dora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi têlên dorpêç bikin. Mexmûrî li dijî vê rabûn û nehiştin ku wargeh bê dorpêçkirin. Piştre jî li ber seytereyê kon hat vedan û çalakiya parastina wargehê hat destpêkirin. Çalakî 22 roj in didome.    Ezîza Teymûr têkilî çalakiya nobetê diyar kir şêniyên kampê ev ji 20 salan zêdetir e ji bo hebûnê têdikoşe, dev ji nasname û daxwazên xwe yên polîtîkayê neqeriyaye û got: ''Ev mirovên ku bi mirinê re rû bi rû bûne wê têlên direhî qebûl bikin?''   Mizgîn Kar jî got ew ê tu caran serê xwe netewînin, heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin.