Jinên Çinarî Çûn serdana Keleha Zerzevan
- 12:06 25 Mijdar 2021
- Rojane
AMED - Navenda Jinan a Jinwarê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de bi jinên Çinarî re çû serdana Keleha Zerzevanê.
Navenda Jinan a Jinwarê di çarçovevya çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê de fîlm da pêşandan û serdana Keleha Zerzevanê kir.
Di çalakiyê de Alîgirên Hevşaredarên Çinarê Selîme Fîdan, Berîvan Dal, endamên meclisa şaredariyê û gelek jinan cih girt. Di destpêka çalakiyê de fîlm pêşandan û piştî wê jî derbarê tundiya li jinê tê kirin de gotubêj hat kirin.
'Em ê ji bo jiyaneke bê tundî têkoşînê bidin'
Di gotubêjê de xebatkara Navenda Jinwarê a Jinan Sosyolog Delal Kizilkan derbarê qirkirina jinan û tundiya li wan tê kirin de nirxandin kir û got, "Jin jiyaneke bê tundî heq dikin. Em ê ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin."
Jin piştî pêşandana fîlm çûn serdana Keleha Zêrevanê û ji arkeolok derbarê dîroka kelehê de agahî girtin. Jinên ku li kelehê wêne girtin diyar kirin ku ew dixwazin li cîhaneke wekhev û bê tundî lê hebe bijîn.