'Bi ked û rihê Hevrînê em ê têkoşînê didomînin'

  • 09:20 12 Cotmeh 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Partiya Sûriya Pêşeroj Xalîde Ebdo di salvegera qetil kirina Sekreterê Giştî yê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef de diyar kir ku ew bi saya berxwedan û giyana pakrewan Hevrîn li ser piya ne û xebatên xwe berdewam dikin û got: Hedefgirtina Hevrînê hedef girtina tevahî jinê yê. Kesên ev sûc kirine divê bên cezakirin."
 
Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, li dijî êrişên Dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her di nav tevgerê de bû. Bê navber xebatên dîplomasiyê dikir. Hevrîn, di 12’yê Cotmeha 2019’an de ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiye ve hat qetilkirin. Jinên ku niha di nav partiyê de cih digirin bi xebatên xwe xwedî li mîrateya Hevrînê derdikevin. 
 
Hevrîn Xelef di sala 1984'an de li gundê Rêhanîkê yê girêdayî bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dinê. Hevrîn di malbateke welatparêz de mezin bû û zaroka herî biçûk bû di malê de. Ji zaroktiyê de xwe berpirsyarê her tiştî didît û ev rihê wê heta roja hat qetilkirin. Hevrîn beşa Endezyariya Medenî di zanîngeha Helebê de bi dawî kir, paşê bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re tevli pêşengiya xebatên şoreşê bû. Hevrîn di gelek cihan de xebitiye weke Desteya Enerjî, Desteya Aborî, Rêveberiya Xweser. 
 
Di avabûna partiyê de cih girt
 
Herî dawî jî weke jineke siyasetmedar di 27’ê Adara 2018’an de Partiya Sûriyeya Pêşerojê ava kir. Hevrîn jineke xwedî zanist bû, di kîjan xebatî de kar dikir ew cih dadigirt. Her keda wê ji bo hemû pêkhateyên vê civakê bû û di hevaltiya xwe ve dirust bû, ji bo wê xwedî bandor bû, her kes qîmeta wê dizanibû. Bi avakirina Partiya Sûriyeya Pêşerojê re Hevrîn weke Sekretera giştî ya Partiyê hat erkedarkirin. Piraniya xebatên wê di nava civaka ereb de bûn ji ber her armancên wê ew bû ku jiyana demokratîk li ser axa Sûriyeyê bê avakirin û aştiyeke mayinde bi xwe re bîne.
 
Tijî xebat li pey xwe hişt
 
Hevrînê îradeya xwe derdora van armancan kir xelek û tu cadahî nedikir navbera ol, mezheb, mirov û civakan. Karê wê karekî mirovahî bû, pê re jî jinên Ereb li derdora xwe kom kir û wan birêxistin dikir. Hevrîn mîna pira gihandina azadiya jin û civakan bû. Kiryarên bi serê wê de anîn sûcê li dijî îradeya hemû jinên cîhanê bû di encamê de Hevrîn xeteke têr û tijî xebat ji bo tevahî jinan li pey xwe hişt.  
 
5 sal di ser şehadeta 
 
Endama Partiya Sûriya Pêşeroj a bajarê Helebê Xalîde Ebdo derbarê Hevrîn Xelef de ji ajansa me re axivî û bal kişand ser kesayetiya Hevrînê. Xalîde Ebdo, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di şexsê pakrewan Hevrîn hemû pakrewanên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr anî û got: "Em hovîtiya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî ku bûn sedema hedefgirtina Hevrîn bi tundî şermezar dikin."
 
'Xwedî bi rol bû'
 
Xalîde di berdewamiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser kar û barê Hevrînê: "Di 27 adara 2018'an de pakrewan Hevrîn Partiya Sûriya Pêşeroj damezirand ev jî di bajarê Reqayê de bi armanca avakirina Sûriyek Demokratik ne navendî. Tevî ku pakrewan Hevrîn dizanî bû ku barê vê partiyê wê giran be lê belê hilda li ser milê xwe. Ji ber ku di nava Sûriya yê de alozî û qeyranek pir mezin dihat jiyîn. Heya roja me ya îro ev alozî berdewam dike. Gelê Sûrî di nava perçekirinê re derbas bû. Gelek caran koçberî jiyan. Pakrewan Hevrîn bi rêka ava kirina vê partiyê xwest carek din gel ber bi hev de bînê. Ew perçebûna ku hatî avakirin ji holê rakê her wiha jin bikaribe di qadên siyasî de cihê xwe bigre û bibe xwedî bi rol û biryarbû."
 
'24 saetan bê navber dixebitî'
 
Xalîde daxuyand ku bi zanetî hedef hat girtin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Pakrewan Hevrîn tevî ku gava yekem ber bi siyasetê ve davêje lê belê gelek pêşketin bi xwe re ava kir. Di demek kurt de gel li dora xwe kom kir. Lewma bi hedef girtina Hevrîn xwestin ev partî ji holê rakin. Di şexsê Hevrîn de îradeya tevahî jinan binpê bikin. Lewma di 12'yê Cotmeha 2019'an de hat hedef girtin. Hevrîn kesayetek ku gelek ji welatê xwe û ji fikira azadiyê hez dikir û her digot divê jin xwedî bi îrade be. Her wiha divê hevsengî di navbera jin û mêr de hebe. Pakrewan Hevrîn 24 saetan bê navber kar dikir û dixwast jiyanek hem bi siyaset jî bidin avakirin di nava Sûriyeyê de."
 
'Daxwaza wê mezinbûna partiyê bû'
 
Di domandina axaftina xwe de Xalîdeyê da zanîn ku ew bi rihê Hevrîn karê xwe didin domandin û wiha bi lêv kir: "Berdewam kirina xebata me heya roja îro di nava vê partiyê de em weke jin bi saya rih û tekoşîna pakrewan Hevrîn Xelef e. Divê têkoşîna ku daye meşandin ji bîr nebe û ji ber ku xwesteka wê bû ku ev partî mezin bibe. Îro ji bo wê em têdikoşin da ku em xwesteka wê pêk bînin."
 
'Bawerî dida jinan'
 
Têkildarî kesayeta Hevrînê Xalîde wiha axivî: "Pakrewan Hevrîn ji bo ku karê xwe bike her zû şiyar dibû xwe berpirsiyarê karê xwe didît. Gelek nerm bû û guhdarî mirov dikir. Xwedî gotinên bi wate bû. Me hêz jê girt û ew bawerî bi me re da avakirin ku her jinek dikare cihê xwe di warê siyasî û dîplomasî de bigire. Gelek moral dida me cudahî nedixist di nava pêkhateyan û kesayetek ku bibû hezkirîyê hemû kesan de. Ji ber ku bi gotinên xwe kesî nediêşand."
 
Bang li rêxistinên mirovî dikin
 
Xalîdeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pakrewan Hevrîn Gotinek wê pir balkêş hebû û digot 'Gava ku rewş baş bibe hûn ê li paş xwe binêrin û serbilind bin ku we dest jê bernedaye'. Em jî her gotinek wê ji xwe re dikin felsefe û karê ku wan dane dest pêkirin em ê temam bikin. Hedefgirtina pakrewan Hevrîn hedef girtina tevahî jinên Sûriyeyê ye. Banga me ji rêxistinên mirovî re hene ku kesên ev sûc kirin û pêştgiriya wan dikin werin cezakirin."