Jinên Çinarî Çûn serdana Keleha Zerzevan 2021-11-25 12:06:39     AMED - Navenda Jinan a Jinwarê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de bi jinên Çinarî re çû serdana Keleha Zerzevanê.   Navenda Jinan a Jinwarê di çarçovevya çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê de fîlm da pêşandan û serdana Keleha Zerzevanê kir.   Di çalakiyê de Alîgirên Hevşaredarên Çinarê Selîme Fîdan, Berîvan Dal, endamên meclisa şaredariyê û gelek jinan cih girt. Di destpêka çalakiyê de fîlm pêşandan û piştî wê jî derbarê tundiya li jinê tê kirin de gotubêj hat kirin.    'Em ê ji bo jiyaneke bê tundî têkoşînê bidin'   Di gotubêjê de xebatkara Navenda Jinwarê a Jinan Sosyolog Delal Kizilkan derbarê qirkirina jinan û tundiya li wan tê kirin de  nirxandin kir û got, "Jin jiyaneke bê tundî heq dikin. Em ê ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin."   Jin piştî pêşandana fîlm çûn serdana Keleha Zêrevanê û ji arkeolok derbarê dîroka kelehê de agahî girtin. Jinên ku li kelehê wêne girtin diyar kirin ku ew dixwazin li cîhaneke  wekhev û bê tundî lê hebe bijîn.