Duyemîn mîhrîcana Amarayê li Kantona Şehbayê hat lidarxistin
- 16:03 24 Mijdar 2021
- Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşma "Bi Pêşketina şoreşa çandî û fikrî werin cenga azadiyê" Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê duyemîn Mihrîcana Amara yaKantona Şehbayê li dar xist.
Bi dirûşma "Bi pêşketina şoreşa çandî û fikrî werin cenga azadiyê" Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê bi armanca pêşkêşkirina rengê pêkhateyan duyemîn Mihrîcana Amarayê hat lidarxistin. Mihrîcan roja yekem li hola Mîtanê ya çand û hunerê ya navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê hat lidarxistin. Bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û şêniyên kantona Şehbayê mihrîcan bi deqeyek rêzgirtinaa ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Pişre stran, govend, şano û helbest hatin pêşkêşkirin. Hol bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên pekrewanan hatin xemilandin.
'Em ê bi rêka çand û hûnera xwe dengê xwe bigihinîn cîhanê'
Rolyana Dawûd a ku helbest xwend ji ajansa me re axivî û wiha kêfxweşiya xwe anî ziman:"Ez bi helbestên xwe beşdarî festîvala Amarayê bûme. Daxwaza min ew e ku bi rêya helbestên xwe dengê xwe bigihînim hemû gerdûnê. Aramanca mihrîcana Amarayê ew e ku hemû pêkhate çanda xwe pêşkêş bikin. Mihrîcan wê 4 rojan berdewam bike. Di vê mihrîcanê de wê helbest, govend, şano û stran bi zimanên kurdî û erebî bên pêşkeşkirin. Di heman demê de wê rojên pêş mihrîcan bi çandî, hûnerî berdewam bike. Em ê bi rêka çand û hunera xwe dengê xwe bigihinîn cîhanê û her tim li qadan bin."
Mihrîcan bi dirûşmên "Bijî partiya karkerên Kurdistanê", "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana serdemê" bi dawî bû.