Duyemîn mîhrîcana Amarayê li Kantona Şehbayê hat lidarxistin 2021-11-24 16:03:44     ŞEHBA - Bi dirûşma "Bi Pêşketina şoreşa çandî û fikrî werin cenga azadiyê" Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê duyemîn Mihrîcana Amara  yaKantona Şehbayê li dar xist.   Bi dirûşma "Bi pêşketina şoreşa çandî û fikrî werin cenga azadiyê" Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê bi armanca pêşkêşkirina rengê pêkhateyan duyemîn Mihrîcana Amarayê hat lidarxistin. Mihrîcan  roja yekem li hola Mîtanê ya çand û hunerê ya navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê hat lidarxistin. Bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û şêniyên kantona Şehbayê  mihrîcan bi deqeyek rêzgirtinaa ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Pişre stran, govend, şano û helbest hatin pêşkêşkirin. Hol bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên pekrewanan hatin xemilandin.   'Em ê bi rêka çand û hûnera xwe dengê xwe bigihinîn cîhanê'   Rolyana Dawûd a ku helbest xwend ji ajansa me re axivî û wiha kêfxweşiya xwe anî ziman:"Ez bi helbestên xwe beşdarî festîvala Amarayê bûme. Daxwaza min ew e ku bi rêya helbestên xwe dengê xwe bigihînim hemû gerdûnê. Aramanca mihrîcana Amarayê ew e ku hemû pêkhate çanda xwe pêşkêş bikin. Mihrîcan wê 4 rojan berdewam bike. Di vê mihrîcanê de wê  helbest, govend, şano û stran bi zimanên kurdî û erebî bên pêşkeşkirin. Di heman demê de wê rojên pêş mihrîcan bi çandî, hûnerî berdewam bike. Em ê bi rêka çand û hunera xwe dengê xwe bigihinîn cîhanê û her tim li qadan bin."   Mihrîcan bi dirûşmên "Bijî partiya karkerên Kurdistanê", "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana serdemê" bi dawî bû.