Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
- 19:15 23 Mijdar 2021
- Rojane
AMED - Li navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Têketin û derketina gundan hat girtin.
Li navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Rêyên têketin û derketina gundên Sisê, Derxust, Henyat, Huseynik, Bamitne û Cimarê hatiye girtin û kontrola nasnameyan tê kirin.
Her wiha gorîstana Sisê ya Licê ji hêla leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.