Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin 2021-11-23 19:15:52   AMED - Li navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Têketin û derketina gundan hat girtin.   Li navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Rêyên têketin û derketina gundên Sisê, Derxust, Henyat, Huseynik, Bamitne û Cimarê hatiye girtin û kontrola nasnameyan  tê kirin.    Her wiha gorîstana Sisê ya Licê ji hêla leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.