Li Mexmûrê semînera 25'ê Mijdarê
- 16:39 22 Mijdar 2021
- Rojane
MEXMÛR - Bi wesîleya 25’ê Mijdarê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengiya Akademiya Şehîd Jiyan semînerek hat lidarxistin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Akademiya Şehîd Jiyan bi minasebeta 25'ê Mijdarê semînerek hat lidarxistin. Gelek jin û nûnerên saziyan tevlî semînerê bûn. Jinan di semînerê de bal kişand ser şîdeta li hemberî jinan û ser rêbaza têkoşînê rawestiyan.
Semînera ku li Mexmûrê hat lidarxistin ji hêla mamosteya Saadet Tok ve hat dayîn. Saadet di semînerê de bal kişand ser dîroka 25'ê Mijdarê û têkoşîna ku îro tê dayîn.