Li Mexmûrê semînera 25'ê Mijdarê 2021-11-22 16:39:58     MEXMÛR - Bi wesîleya 25’ê Mijdarê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengiya Akademiya Şehîd Jiyan semînerek hat lidarxistin.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Akademiya Şehîd Jiyan bi minasebeta 25'ê Mijdarê semînerek hat lidarxistin. Gelek jin û nûnerên saziyan tevlî semînerê bûn. Jinan di semînerê de bal kişand ser şîdeta li hemberî jinan û ser rêbaza têkoşînê rawestiyan.    Semînera ku li Mexmûrê hat lidarxistin ji hêla mamosteya Saadet Tok ve hat dayîn. Saadet di semînerê de bal kişand ser dîroka 25'ê Mijdarê û têkoşîna ku îro tê dayîn.