Daxwaza girtina Alî Keleş ê koma watsapê ava kir hat redkirin

  • 11:07 26 Cotmeh 2021
  • Rojane
ENQERE - Parêzerê malbata kurd a li Konyayê hatibû qetilkirin Abdurrahman Karabulut daxwaza "Bila di bin ronahiya delîlan de Alî Keleş bê girtin" kiribû. Lê belê ev daxwaz ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Sulhê ya Konyayê ve hat redkirin. 
 
Li Navçeya Meramê ya Konyayê di 30'yê Tîrmehê de malbata Dedeogullari hat qetilkirin. Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut xwest Alî Keleş ê di nava gumanbaran de cih digire bê girtin. 
 
Alî Keleş piştî êrişa 12'ê Gulanê ya li malbata Dedeogullari hat kirin şûnde koma watsapê ya bi navê "dadgeh" a malbatên Keleş û Çalik di nav de bûn ava kir. Piştî êrîşan kesên hatibûn girtin ji bo wan ji aliyê Ali Keleş ve 500 TL pere hatibû razandin. Di nava nivîsên watsapê de tim behsa malbata Dedeogullari kiriye. Her wiha Ali Keleş gotina "Ger sulh pêk neyê ew ê tiştên xirab pêk werin" kiribû. Li ser vê yekê parêzer Abdurrahman Karabulut daxwaza girtina Alî Keleş kiribû. 
 
Dadgeha Cezayê ya Sulhê ya Konyayê ya ev daxwaz nirxand daxwaza girtina Alî Keleş red kir. Parêzer Abdurrahman diyar kir ku ew ê vê meselê bibin dadgeheke bilindtir û dê îtiraz bikin.