Li Silopiyê li dijî jina ducanî êrîşa zayendî hat kirin

  • 09:35 26 Cotmeh 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Hat zanîn ku li Silopiyê jina ducanî ya bi navê A., di 15’ê Cotmehê de bi êrîşa zayendî re rûbirû ma. Her wiha derket holê ku A., berê jî ji aliyê heman kesî ve hatiye şopandin.  
 
Derket holê ku li taxek navçeya Silopiyê jina dûcanî ya bi navê A., ji aliyê kesê ku nasnameya wî nediyar ve  bi êrîşa zayendî re rûbirû maye. Hat zanîn ku bûyer di 15’ê Cotmehê de hatiye jiyîn û her wiha hat diyarkirin ku bersûc winda ye.
 
A.’ya ku bi êrîşa zayendî re rûbirû ma ji ajansa me re axivî.
 
A., anî ziman ku bûyer di 15’ê Cotmehê saet dora di 15.00’an de hatiye jiyîn û wiha behsa bûyerê kir: “Wê rojê xwesû û hevjînê min ne li malê bûn. Ez û du zarokên min ên biçûk bi tenê bûn. Ez ji bo xwarinê bipêjînim li mutbexê bûm. Ji ber ku roj bû min deriyê malê vekirî hiştî bû. Min bihîst ku yek li derî dixe. Piştre ez çûm ber deriyê derve. Mêrek li ber deriyê malê bû û ji min şekir xwest. Ez wî mêrî nas nakim. Ji bo ku jê re şekir bînim çûm mutbexê. Dema ez li mutbexê bûm ew jî li pey min hatiye. Dema ez pişt xwe zivirîm min dît ku ew kes li pişt min e. Bi pêlavên xwe ve ketibû malê. Min ê tam bikira qêrînî bi gewriya min girt û êrîşî min kir. Kincên ser min hemû çirand. Ji ber ku gewriya min girtibû min nikaribû bikira qêrîn jî. Piştre bi carekê xeriqîm. Dema ez bi xwe ve hatim ew kes revîya bû. Wê rojê ez bi lez çûm nexweşxaneyê. Bijîşk min mûayene kir û got tiştekî te tune ye. Lê belê pitika min dibe ku zirar dîtibe. Min di jiyana xwe de ew kes qet nedîtiye û nas jî nakim.”
 
Pitika wê di xeteriyê de ye
 
A., destnîşan kir ku her wiha ew 5 mehî dûcanî ye û wiha domand: “Ew mêrê ku dema êrîşê min kir bi pihînên xwe li zikê min da û li pişta min da. Ji wê rojê vir ve ez tevgerên pitika xwe hês nakim. Dibe ku rewşa pitika min di xeteriyê de be. Bijîşk bi ultrasyonê li pitikê nêrî û got ku ew mêrê ku bi pihînên xwe li zikê min xistiye dibe ku zirar dabe pitikê. Her wiha bijîjk got ku dibe pişta pitikê şikestibe jî. Ger ku tiştek bê serê pitika min berpirsyarê wê ew kes bi xwe ye. Ev êrîşa ku li min hatiye kirin dibe ku bi zanebûn û plankirî be jî.”
 
Berê jî hatiye şopandin!
 
A., da zanîn ku ji aliyê heman kesî ve di 7’ê cotmehê de jî hatiye şopandin û wiha pê de çû: “Ez di 7’ê cotmehê de çûbûm weqfekê. Wî mêrî min şopand, bi min re li heman otobûsê siwar bû. Piştî wê rojê vir ve tiştên ku hatin jiyîn ji bîra min naçin. Derûniya min xirab bûye. Ez kengî çavên xwe bigirim ew dem tê bîra min. Ez nikarim li malê tena serê xwe bimînim. Nikarim biçim cihekî.”
 
Serlêdana sûc kir
 
A., di dawiya axaftina xwe de di 15’ê cotmehê roja bûyerê çûye Midûriyeta Polîsan a Navçeya Silopiyê serlêdana sûc kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta ew kes bê dîtin û cezakirin ez ê nesekinim û bêdeng namînim. Li emniyetê îfadeya min hat girtin. Min serlêdana sûc kir. Ez ê tu carî dev ji vî dozê bernedim. Ez dixwazim ku hemû jin û saziyên jinan piştgiriya min bikin.”