Rêveberên MEBYA-DER'ê: Li cenazeyan îşkence tê kirin

  • 09:08 26 Cotmeh 2021
  • Rojane
AMED - Malbatan der barê nedayîna cenazeyan û bi komî definkirina cenazeyan de axivîn û diyar kirin ku îşkence li cenazeyan tên kirin û divê kes bêdeng nemîne.
 
Cenazeyên HPG’iyên di pevçûnên li Şirnex û Amedê derketin de jiyana xwe ji dest dan, nadin malbatan. Cenazeyê birin nexweşxaneyên dewletê, tevî mînakên DNA’yê yên malbatan, dibêjin ‘encamên DNA'yê derneketine’ û cenazeyan nadin malbatan. Cenazeyên bi hefteyan li morgê tên payîn, bêyî malbatan li goristana bêkesan tên definkirin.
 Ji Rêveberiya Şaxa Amedê ya Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Kesên Di Dergûşa Şaristaniyê de Jiyana xwe ji Dest Dane, Meryem Soylu û Miyaser Bayram  der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Hestiyên zarokên me kirin pakêtê û şandin’
 
Meryemê diyar kir ku hestiyên ji gorên komî dertê û cenazeyên demên dawî bi kargoyê ji malbatan re tên şandin û malbatên DNA'yê didin jî encamên wê bi malbatê re nayên parvekirin û got: “Ev dijexlaqî ye. Divê êdî her kes xwe di vê êşê de bibîne. Ez tenê ji bo zarokên xwe naaxivim. Ez ji bo hemû kesên canê xwe ji bo vê axê dane diaxivim. Çawa dibe ku cesedên zarokên me dikin pakêtan û dişînin? Divê ji bo dayikan gul û kulîlk bên şandin. Lê wan hestiyên zarokên me şandin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
 
‘Divê kes bêdeng nemîne’
 
Meryemê wiha dirêjî dayê: “Zilma li cenazeyan tê kirin bi tu awayî nikare bê vegotin. Dibêjin ‘em misliman in.’ Çi dibe bila bibe mirov li kesên jiyana xwe ji dest dane vê pêkanînê nakin. Gelo cenaze dikare çi bi we bike? Ev helwesta dijexlaqî nayê qebûlkirin. Ev bêwijdanî ye. Di tu pirtûkê de ev tune ye. Lê mixabin li vî welatî ev pêk tê û li dijî vê jî bêdengî heye. Divê parêzvanên maf, sazî û dezge li dijî vê bêdeng nemînin.”
 
‘Divê  êdî eziyet nekin’
 
Meryemê di dawiyê de wiha bal kişand ser encamên DNA’yê: “Tevî encam dertên hîna cenaze li morgan tên payîn. Divê cenaze demildest bên teslîmkirin. Parçekirina cenazeyan têr nake, bêyî malbatan li goristana bê kesan defin dikin. Tu kes ne bêxwedî ye. Her kes xwedî malbat e. Gelo bi vê çi tê armanckirin? Divê hemû mirovahî li dijî vê derkevin. Divê malbat neyên mexdûrkirin êdî eziyet neyê kirin.”
 
‘Cenazeyan nadin malbatan’
 
Miyaser Bayram jî bang li dewletê kir û wiha dirêjî dayê: “Divê cenaze demildest radestê malbatan bên kirin. Em biçin ku derê em bi dijexlaqiyan re tên rû hev. Dewleta tirk li her derê bi ser me ve tê. Çima cenazeyan nadin malbatan. Tevî encamên DNA’yê cenaze nayên dayîn. Dibêjin testa DNA'yê hîna derneketiye. Êdî ev heqeret û zilm nayê qebûlkirin.”
 
‘Zilmê li cenazeyan nekin’
 
Miyaserê daxuyakirin ku divê dewlet dest ji vê polîtîka qirêj berde û wiha dawî lê anî: “Dewleta Tirk ji her alî de dixwaze gelê kurd bêdeng bike, bi desteserkirina cenazeyan dixwaze vê dozê bi dawî bike lê ev wisa naqede. Heta em bijîn em ê xwedî li cenazeyan derkevin. Dewlet ji cenazeyan jî ditirse. Êdî bes e, bila zilmê li cenazeyan nekin.”