'Bêrîtanê li pey xwe mîrateyeke demdirêj hişt'

  • 09:01 26 Cotmeh 2021
  • Rojane
Nalîn Bêrîvan
 
KOBANÊ - Endama Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê Leyla Ehmed têkildarî salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) diyar kir ku ew ê bi rihê Bêrîtan û Zîlanan têkoşînê geş bikin û wiha got:"Bêrîtanê li pey xwe mîrateyeke demdirêj hişt."
 
Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) ya PKK'yî di 25'ê Cotmeha 1992'yan de di şerê QDP û dewleta tirk ê li dijî PKK'ê de ji bo teslîm nebe çeka xwe şikand û xwe ji zinarê avêtibû. Piştî wê dîrokê şûnde Bêrîtanê di dîrokê de bi têkoşîna xwe her hat bibîranîn. Gelek kesan navên zarokên xwe kirin Bêrîtan û li têkoşîna wê xwedî derketin. Têkildarî salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) Endama Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê Leyla Ehmed axivî. Leylayê bal kişand ser têkoşîna Bêrîtanê û wiha got:"Bi rihê Bêrîtan û Zîlanan em ê têkoşînê mezin bikin."
 
'Bêrîtanê îxanet red kir'
 
Leylayê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya Bêrîtanê û wiha pê de çû:"Bêrîtanê jineke fedakar û berxwedêr bû. Bi hezaran kesan li pey şopa wê ev berxwedan dan meşandin. Bêrîtanê bi keziyên xwe bayê azadiyê honand û li beramberî dijmin xeta îxanetê red kir. Berxwedana Bêrîtanê di nava cîhanê de deng veda. Çawa Bêrîtanê xeta îxanetê qebûl nekir, em jî wê xetê dişopînin û îxanetê red dikin. Ji ber ku ji salên 90'î heta vê rojê jî ew îxanet her diçe xwe dubare dike. Bêrîtanê dîrok bi tîpên zêrîn nivîsand. Rojane şehadet bi destên xayinan tê kirin. Bi taybet li hemberî xeta azadiya jinê ev yek tê kirin. Nêzikatiya PDK'ê dide diyarkirin ku hîna îxanet dewam dike û dixwazin şerê birakujiyê gurtir bikin. Lewma divê em jî li beramberî van şeran hêza xwe xurt bikin, Bêrîtanan, Zîlanan û Ronahiyan bînin bîra xwe û têkoşîna wan mezintir bikin. Îro êrîş li ser nirxên mirovahiyê tên kirin, bi taybet li ser nirxên jinê tê kirin. Lê belê jinên şerker îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe didin û li pêş in."
 
'Bi rihê Bêrîtan û Zîlanan em ê têkoşînê mezin bikin'
 
Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku wan hêza xwe ji mîrateya Bêrîtan û Zîlanan girtiye û ew ê li ser wê mîrateyê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got:"Piştî şehadeta Şehîd Bêrîtan êdî roj bi roj rûreşiya di nava malbata Berzanî de zêdetir bû. Lê belê bi saya jinên bedew, bi saya Bêrîtanan îro tevgera jinên azad bi vê têkoşînê û bi vî rihî, faşîzmê vala derdixe û serkeftinên mezin bi dest dixe. Bêrîtanê li dijî dijmin da xuyakirin ku wê tu kes nikaribe destdirêjiyê li  ser xaka wan bike. Canê xwe feda kir û canê xwe parçe parçe kir. Tenê ji bo destdirêjî li ser wê û axa wê nebe, xwe ji zinarên çiyayên azad avêt. Dema em li wî dîmenî tameşe dikin, jinên berxwedêr û fedakar tên bîra mirovan. Em jî wek jinên ku niha li Rojavayê Kurdistanê ne li ser esasên mîrateya Bêrîtanê berxwedanê dikin. Bi çalakiya Şehîd Bêrîtan re xeta jina azad zengîntir bû. Milîtanên wek Bêrîtanê wê tu carî neyên jibîrkirin, wê her tim di nava rûpelên dîrokê de werin nivîsandin."
 
'Bêrîtanê sembola azadiya jinê ye'
 
Leylayê destnîşan kir ku wê li şûna Bêrîtanê bi hezaran Bêrîtan cihê xwe di nava tevgera azadiya jinê de bigirin û wiha bi dawî kir: "Çalakiya Bêrîtanê bandora xwe li ser jinan kir û niha jin di qadên leşkerî de cihê xwe digirin. Em ê jî li dijî îxanetê her li berxwe bidin û em ê her tim şopdarên jinên azad bin. Dema ku ez dîmenê Şehîd Bêrîtan dibînim û tînim bala xwe jina fedakar û bi hêrs tê bîra min. Bêrîtanê sembola azadiya jinê ye. Wê xwe fedayî azadiyê kir."