ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 26 Cotmeh 2021
  • Rojev
*Endama Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê Leyla Ehmed têkildarî salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) diyar kir ku ew ê bi rihê Bêrîtan û Zîlanan têkoşînê geş bikin û wiha got:"Bêrîtanê li pey xwe mîrateyeke demdirêj hişt." DÎMEN HEYE
 
*Esnafên jin ên li Mêrdinê di bin fatureyên av, ceyran, gaza xwezayî û kirê de fetisîne nikarin debara xwe ya rojane bikin wiha gotin: "Em êdî nikarin bijin û kesên ku dibêjin aboriya Tirkiyeyê baş e derewan dikin." DÎMEN HEYE
 
*Jinan bertek nîşanê cezayê li Berdevka Demî a TJA’yê Ayşe Gokkan hatiye birîn dan û diyar kirin ku ew ligel TJA û Ayşeyê ne. Jinan banga derkevin qadan kirin. BI DÎMEN 
 
*Malbatan der barê nedayîna cenazeyan û bi komî definkirina cenazeyan de axivîn û diyar kirin ku îşkence li cenazeyan tên kirin û divê kes bêdeng nemîne.BI DÎMEN 
 
* Xebatkara berê ya Jinnewsê Fîlîz Zeyrek ku hêjayî ‘Xelatên Rojnamegeriya Herî Serkeftî ya Salê’ ya Komeleya Rojnamegerên Hevdem (ÇGD) hat dîtin, bertek nîşanê ku ji aliyê çapemeniya alîgir ve hedef tên girtin da û wiha got: “Bi hêza me ji Gurbetellî Ersoz û Musa Anter girtiye, em ê li dijî zimanê serdest ê mêr têkoşîna xwe bidomînin.”BI DÎMEN 
 
*Xebatkara berê ya Jinnewsê Fîlîz Zeyrek ku hêjayî ‘Xelatên Rojnamegeriya Herî Serkeftî ya Salê’ ya Komeleya Rojnamegerên Hevdem (ÇGD) hat dîtin, bertek nîşanê ku ji aliyê çapemeniya alîgir ve hedef tên girtin da û wiha got: “Bi hêza me ji Gurbetellî Ersoz û Musa Anter girtiye, em ê li dijî zimanê serdest ê mêr têkoşîna xwe bidomînin.”BI DÎMEN