Bêrîtan Hêvî li Şirnexê hat bîranîn

  • 15:19 25 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Fermandara PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan), di salvegera xwe ya 29'emîn de hat bîranîn.  
 
Li Şirnexê fermandara PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di salvegera xwe ya 29'emîn de hat bîranîn. Bîranîn ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve di avahiya HDP'ê ya Şirnexê de hat lidarxistin.  Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe, endamên Meclîsa Dayikên Aşityê û gelek kes tevlî bûn. Di bîranînê de wêneyê Gûlnaz Karataş hat hildan.
 
Bîranîn piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Aktivîsta TJA'yê Zozan Aksu, li ser têkoşîna axivî û got ku wê li hemberî îxanetê  têkoşîna jinên azad heta dawiyê bidome.  
 
Piştî axaftinê helbesta Bêrîtan a “Gula min” û helbesta “Viyan û Agir” hat xwendin. Di dema xwendina helbestê de temaşevan hestiyar bûn.
 
Bîranîn, bi gotin, stranan û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û "Şehîd namirin" bi dawî bû.