Li Helepçê hamleya hişyariya pençeşêra memikan

  • 14:44 25 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helepçê ji bo hişyariya penceşêra memikan rêzesemîner tên organîzekirin. Bijîşk Arjîn Heme Tofîq, diyar kir ku ji ber nebûna Navenda Memografiyê jin neçarin biçin bajarên din û divê ev pirsgirêk bê çareserkirin.  
 
Li Helepçe derbarê hişyariya penceşêra memikan ji hêla rêveberiya giştî ya tendirustiyê ya Helepçe ve rêzesemîner tên lidarxistin. Bijîşkên ku tevlî semînerê bûn derbarê mijarê de agahî dan. 
 
Bijîşka pispor ya nexweşiya penceşêra memikan Ajîn Heme Tofîq derbarê semînerê de ji NuJINHA'yê re axivî û got: “Di meha şiyarîkirina jinan ji bo nexweşiya penceşêra memikan de me senîrek ji bo endamên tendirustiyê da. Ji bo ku ew jî di aliyê xwe de gel şiyar bikin pêdivî pê hebû despêkê ew di  vê mijarê de xwedî agahîbin. Emê pişte hişyariyên zêdetir li Helepçe û dewruberê wê belav bikin. Ev cûra penceşêra pêsîra belave, ji heşt jinan yek jê penceşêra pêsîrê pêra peyda dibe, di heman demê de mêr jî ji viya para xwe digrin. Di vê rewşê de mêr bi rêjeyek kêmtir ji sedan yek jê ev nexweşî pêre peyda dibin.”
 
Ajîn da zanîn ku di semînerê de bal hat kişana li ser ka çawa xwe bi parêzin ku nexweşiya penceşêra pêsîrê pêre peyda nebe û wiha berdewam kir: “Ji ber venêrîn zêdebûye, hema bêje hemû jin dikarin xwe bigihînin navendên memografiya û rewşa xwe ya tenduristiyê li ber çavan re derbasbike nexweşiya penceşêra pêsîrê kêm bûye. Mirov dikare bêje ji sedî 25 mirina ji ber penceşêrê kêm bûye.”
 
Li Helepçe ji ber nebûna navendek Memografiyê jin neçarin biçin bajarên dinê. Ji ber vê bijîşk Ajîn daxwaz dike ku di demek nêz de navendek Memografî were avakirin ku jin bikarin sûdê ji bigrin. 
 
Dê li Helepçe semînerên ji bo şiyariya penceşêra pêsîrê dewam bikin.