'Li Efrînê ji 2018'an vir ve 84 jin hatin kuştin'

  • 12:15 25 Cotmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Efrînê têkildarî sûcên li dijî jinan ên li Efrînê tên kirin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Efrînê ji 2018'an vir ve 84 jin hatine kuştin.
 
Bi dehan jinên ku di Saziyên Civaka Sivîl de dixebitin li kantona Şehbayê kom bûn û têkildarî sûcên li dijî jinan ên li Efrînê tên kirin daxuyanî dan.
 
Daxuyaniya bi zimanê erebî ji aliyê Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê Wefa Mihemed ve û bi zimanê kurdî ji aliyê endama rêveber a Saziyên Civaka Sivîl Gulê Cafer ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser rewşa jinan a li herêmên di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê û wiha hat gotin: "Tiştên ku li herêma Efrînê diqewimin digihêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî. Dewleta tirk  pêkanîna sûcan li dijî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijart da ku tola ji rola jinên pêşeng di şikandina terorê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de hilîne. Sûcên revandin, qetilkirina, destdirêjiya zayendî, destdirêjiya li jin û zarokan û zewicandina keçan a di temênê biçûk de bi darê zorê, îşkenceya fîzîkî û derûnî  berdewam dikin."
 
Li gorî daxuyaniyê bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li dijî jinan wiha ye; Ji destpêka Efrîn ketiye bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê ve di 18'ê Adara 2018'an de û heya niha 84 jin hatin qetilkirin, di nav de 6 jinan dawî li jiyana xwe anîn, zêdetirî hezar jinî hatin revandin û tundiya zayendî li 71 jinan hate kirin.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev sûc li dijî rêgezên bingehîn ên mîsaqa Neteweyên Yekbûyî , her çar peymanên Cinêv û Ragihandina Cîhanê ya Mafên Mirovan e.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de sûc û binpêkirinên li dijî jin û zarokan li tevahî herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin, her wiha bang li Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), rêxistinên têkildarî mafên mirovan û jinan ên cîhanî hate kirin da ku dev ji bêdengiya xwe berdin, erka xwe ya exlaqî û mirovî li hemberî sûcên ku li herêmên dagirkirî, bi taybet Efrînê têne kirin, bi cih bînin.