Ciwanan li Silopiyê panelek li dar xistin

  • 15:16 24 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya “"Em tiryakbûnê bişkînin jiyana nû ava bikin" de panelek li dar xist.
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya kampanyeya “Em tiryakbûnê bişkînin jiyana nû ava bikin" de li avahiya HDP’ê ya Silopiyê panelek li dar xist. Ciwanên ku li 6 heremên ji bo tûrnûvayê hatibûn, hevşaredarên Şaredariya Silopiyê Adalet Fîdan û Sûleyman Şavluk, rêxistina HDP’ê ya Silopî û Şirnexê û gelek kes tevlî panelê bûn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsîm Dag, parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî wek panelîst tevlî bûn.
 
‘Îktîdara heyî êrişê li nirxên me yên neteweyî dike’
 
Di panelê de yekem Nuran Îmîr axivî û anî ziman ku di çarçoveya kampanyayê de xebatên ku hatine destpêkirin gelek bi watene û wiha got: “Lêgerîna me ya sereke jiyanek azad avakirine. Em dixwazin rihê azadiyê ava bikin. Ji ber vî yekê jî ev xebatên ku hatine destpêkirin gelek girîng e. Îqtîdara heyî êrişê nirxên me yên neteweyî, qada çandê û li dijî hemû qadan dike. Îqtîdar dixwaze ciwan û civakek rizyayî ava bike. Li Kurdistanê polîtîqayek taybet tê meşandin. Ji van hereman yek jî Botan e. Li heremê tiryak û fuhuşê didin meşandin. Li dijî vê em li her derê dibin dengê gelê xwe. Li dijî van polîtîqayên faşîzane me xebatên xwe domand. Lê belê ev têr nake. Divê em bikevin nav gelê xwe. Ev bedelên ku em didin ji bo civak û ciwanan e. Dixwazin li me koletî, tiryakê û bêşûriyê bidin ferzkirin. Her wiha em gelek baş dizanin ku gelek ciwanên me li her derê û li her qadê berxwe dide.”
 
‘Ne cara yekeme û ne jî dê dawî be’
 
Sezaî Temellî axivî û diyar kir ku du roj in li Silopiyê 6 tîmên ku futbolê dilêyzin re serkeftinê xwest. Sezaî, da zanîn ku ew hêvî dikin ku hêviya ciwanan tu carî neşikê û Denîz Poyraz a ku hatibû qetilkirin bibîr anî û wiha axivî: “Ev êriş û komkujiya li Tirkiyê ne cara yekem ku ev tişt tê jiyîn û dê dawî jî nebe. Ev êriş û hovîtiya ku li welatê me tê meşandin nîşan dide ku em li ser erdnîgariyek çawa de dijîn. Ji bo ku ji pergala komkujiyan re bersivê bidin ev turnuvaya futbolê gelek girîng e. Dema mirov lê dinêre li ser axa me cûdakarî, komkujî û êrişên nijandperest tên kirin. Ji aliyekê dinê ve jî ciwan li dijî ev êrîşan bi siyaset, werzîşê û hûnerê li qada ne. Ji bo li dijî netew-dewletê derbikevin , dîwarên netew-dewletê ku hilweşînin û şûna wê netew demokrasiyê ava bikin. Ev jî bi xûrtbûna rêvebiriya heremî û bi tevlîbûna gel ve encax dikare pêk were. Divê li dijî kapîtalîzmê, kedxwariya aboriyê berxwe bidin û berxwedana xwe hêztir bikin.”
 
Panela ku piştre ji çapemeniyê re girtî domiya, bi pirs û bersivan bi dawî bû.