Malbata Şenyaşar: Hesreta civakê ya herî mezin edalet e

  • 12:24 24 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - 230 roj in Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne. Malbatê îro ev peyam parve kir: “Hesreta civakê ya herî mezin edalet e."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 230’emîn de didome. Malbat, ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtiye, li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê nobeta xwe didomîne. 
  
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Em bi serdema herî bêedalet a dîroka komarê re rûbirû ne. Her tişt li holê ye lê kes hesabê napirse. Hesreta civakê ya herî mezin edalet e."