Jinan li dijî cezayê 30 salan gotin 'Em îtaetê nakin'

  • 10:07 24 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
WAN/COLEMÊRG - Bertek û nerazîbûnên li hemberî ceza dayîna Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan didome. Jinên li Wan û Colemêrgê da zanîn ku cezayê ku hatî dayîn ji bo hemû jinan hatiye dayîn lê divê bê zanîn ku jîn de bi rêxistinî têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.
 
23'yemîn rûniştina doza Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a bi îdiaya "rêvebira rêxistinê","endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rojên borî hatibû dîtin. Dadgeh 30 sal cezayê li Ayşe Gokkan birî. Bertekên li dijî cezayê didomin. Jinên li Wan û Colemêrgê bi tundî ceza şermezar kirin û nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
'Bi cezayê peyma 'îtaetê bikin' hat dayîn' 
 
Endama Komeleya Jinan a STAR a Wanê Mîzgîn Bor, da zanîn ku li hemberî jinan polîtîkayeke dijminatiyê tê meşandin û got: "Di bingeha cezayê ku dan Ayşeyê de peyama 'îtaatê bikin' heye. Ev ceza li hemberî têkoşîna jinê hatiye dayîn. Îqtîdar hem li hindûr û hem jî li derve êdî polîtîkayeke têkçûnê dide meşandin. Faîlên tecawiz û kuştinê ya jin û zarokan bê ceza dihêle û jinên ku li dijî wan polîtîkayan jî têdikoşe jî tên cezakirin. Çîlem Dogan ji ber ku parastina xwe kir hat cezakirin, bi vî rengî faîl jî hatin xelatkirin. Lê divê bê zanîn ku di her şert û mercan de dê têkoşîna xwe bidomînin. Ayşe Gokkan rûmeta me ye." 
 
‘Bi sedan jin dê li ser xeta Ayşe Gokkan de têbikoşin' 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şehrîban Ersayan jî da zanîn ji bo jinê bitirsînin cezayeke bi vî rengî hat dayîn û wiha bi lêv kir: "Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ceza tê wateya ku ji têkoşîna jinan ditirsin. Bila bizanin ku ev ceza jinê natirsîne Bi sedan û bi hezaran jin dê li ser xeta Ayşe Gokkan dê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
‘Em kurd in, jin in û mafdar in' 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Navendî ya Colemêrgê Sînem Seven, di destpêka axaftina xwe de bertek nîşanî cezayê ku hatî dayîn da û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Îqtîdara faşîst ji rêxistinbûna jinê ditirse û ji ber vê jî li ku jin xwe bi rêxistin dike êrişê li vir dike. Ayşe Gokkan ji ber ku parêzvana mafên jinan bû hat ceza kirin. Zîhniyeta serdest a mêr ji hêza jinê ditirse. Dibe ku Ayşe Gokkan niha girtî be lê têkoşîna wê li derve didome. Girtîbûyîn nayê wateya ku têkoşîn radiweste. Li girtîgehan girtiyên jin berxwedaneke mezin didin. Heta ku ev jin azad nebin civak jî azad nabe. Em ê heta zîhniyeta serdest a mêr têk bibin têbikoşin. Wek Ayşe Gokkan gotî 'Em kurd in, jin in û mafdar in'." 
 
‘Xwedî li têkoşîna rêhevalên xwe derkevin' 
 
Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Humeyra Armut jî wiha bal kişand ser ceza dayîna Ayşe Gokkan: "Ayşe bi salane ji bo jinan xebat da meşandin. Îqtîdara ku li hemberî qirkirina jinê, fuhuş û hişbirê tiştek nake, lê jinên ku li dijî vê yekê têdikoşe 30 sal ceza lê tê birîn. Hemû jin di şexsê Ayşe Gokan de parçeyeke ji vê têkoşînê ye. Em xwedî li têkoşîna Ayşe Gokkan derdikevin û em ê bibin parçeyek ji vê têkoşînê. Heta jin azad bibe, her jinek bighije xwedî nasname, zanebûnê em ê xebatên xwe bidomînin. Her wiha em li vir bang li jinan dikin ku xwedî li têkoşîna rêhevalên xwe derkevin.