Agirê bi daristana Licê ketibû hat vemirandin

  • 12:11 22 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - Agirê bi daristana Gundê Hezanê yê Licê ketibû do bi şev hat vemiranin. 
 
Li gundê Hezana bi ser navçeya Licê ya Amedê ve duh danê nîvro agir bi daristanê ketibû. Di derbarê sedema şewatê de agahî nehatin girtin, di encama mudaxileya welatiyî û agirkujan de agir bi şev hat kontrolkirin û vemirandin.