Di roja 198'an a nobeta 'Edaletê' de bang li parêzeran hat kirin

  • 11:50 22 Îlon 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 198'an a nobeta 'Edaletê' de bang li parêzeran kirin.
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku ji 9'ê adarê ve daye destpêkirin, ket roja 198'an. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar vê sibehê dîsa ji navçeya Pirsûsê siwar bûn û hatin ber Edliyeyê û li qunca xwe ya edaletê rûniştin û dest bi nobetê kirin. Malbatê ji bo çalakiya wan ku wê di 24'ê îlonê de roja înê bikeve roja 200'î parêzer û welatiyên diçûn edliyeyê û derdiketin agahdar kirin. 
 
Bang li baroyan hat kirin
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal baroyên Stenbol, Îzmîr û Enqereyê etîket kirin û ev peyam parve kir:"Dayikek 6 meh in li ber deriyê edliyeyê, ji bo hevjîn û zarokên wê ku li nexweşxaneyê hatin qetilkirin, edaletê dixwaze. Dinyayê qîrîn û banga wê bihîst. Em ê roja înê bi parêzvaniyê ji vê bêedaletiyê re bêjin bes e."