‘Çareseriya pirsgirêkan perwerdehiya bi zimanê dayikê ye’

  • 09:04 22 Îlon 2021
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Jinan diyar kirin ku li Tirkiyeyê der barê zimanê dayikê de polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin û gotin ku divê dawî li asîmîlasyonê bê anîn, pêşiya mafê perwerdeyê, tenduristî û çandî ya bi zimanê dayikê, bê vekirin.
 
Li welat bi salane dewlet li ser Kurdan polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşîne û êrîşên li ser zimanê kurdî didomîne. Li dijî vê polîtÎkayê jin her çiqas zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin jî li dibistanan bi perwerdehiya tirkî ku tê dayîn zarokan ji zimanê wan dûr dikin. Li Tirkiyeyê ku gelek zimanên cuda tên bikaranîn, zimanê fermî tenê tirkî tê qebûlkirin û ev jî dibe sedema gelek pirsgirêkan. Qadên ku herî zêde di vî warî de pirsgirêk lê tên jiyîn jî qada perwerde, tenduristî, hunerê ye.
 
‘Zarok li dibistanê dibin şahidê bêdadiyê’
 
Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sena Amedê Zuhal Sezar, bi lêv kir ku ji ber zarok bi zimanê dayikê nayên perwerdekirin, qelsiya bixwebawerbûnê dijîn û wiha pê de çû: “Zarokên bi zimanê xwe perwerdê nabînin, li şûna bibin kirdeya perwerdê dibin bireser. Zarok xwe cuda dibînin, xwe biçûk dibînin. Ev jî bandorek neyînî li ser pêşketina hestî û civakê ya zarok dike. Ev rewş di demên pêş de zirarê dide aştiya civakî jî. Ji ber zarok li wir bêdadiyê dijîn. Dibin şahidê bêdadiyê. Herwiha zarokên bi zimanê xwe perwerdê nabînin di axaftinê de zehmetiyan dikşînin. Zarok di alî zîhnî de şûnde dikevin.”
 
‘Ji sedî 17’ê welat tune tê hesibandin’
 
Zuhalê daxuyakirin ku tevlî li Tirkiyeyê gelek ziman tên axaftin jî, zimanê perwerdê tenê tirkî ye û ev tişt anî ziman: “Ji sedî 17’ê welat bi zimanê dayikê perwerdê nagire. Ev jî tê wateya ji sedî 17’ê welat tune tê hesibandin. Di 2000’î de UNESCO bi armanca balê bikşîne ser zimanê dayikê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îlan kir. Lê Tirkiye vê piştgûh dike. Di 30’emîn xala Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de jî mafê bikaranîna zimanê dayikê cih digire. Lê tevî vê zarok nikarin mafê xwe bi kar bînin. Her wiha zarokên ku bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin, hem di qada akademîk û hem jî di fêrbûna zimanekî biyanî de serkeftîtir in.”
 
‘Perewerdeya bi zimanê dayikê şert e’
 
Zuhalê destnîşan kir ku ziman tenê wek alav tê destgirtin, ev şaş e û ev nirxandin kir: “Ziman divê wek dîrok, hişê gel bê destgirtin. Ji ber vê jî perwerdeya bi zimanê dayikê şerte. Dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêka perwerdê tiştekî nake.   Li dijî saziyên ku pêşniyaran dikin, guhê xwe digire. Gelên nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin, ji aliyê dewletê ve jî rastî binpêkirina mafan tên. Dewlet baş dizane ku çandek pir zimanî tu car welat parçe nake, berovajî vê aştiya civakî pêk tîne. Dewlet gelên ku dixwaze tune bike, zimanê wan jî qedexe dike.”
 
‘Bandorek neyînî dike’
 
Xebatkara KASED’ê Salîha Ayata jî da zanîn ku zimanê dayikê ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema zarok bi zimanê xwe perwerde bibin  bi hêsanî wê çand û kevneşopiya xwe bijîn. Li welat ji ber alternatîfa bi zimanekî din perwerde tune yer, her kes çû dibistanên bi tirkî perwerdê didin.  Heta temenê 6-7 bi zimanê xwe çanda xwe jiyan. Piranî ciwan dixwazin çanda xwe bidin jiyîn. Dixwazin şano, fîlm û stranan bi zimanê xwe guhdar bikin. Lê kêmasî çêdibin ji ber ku perwerdeya li dibistanê dibînin cuda û ya ji dayikên xwe dibînin cuda ye. Bêguman dayik mamosteyên me yên herî mezin in. Ev jî bêguman bandorê li ser kesên bi hunerê re eleqeder dibe dike.”
 
‘Ji bo jiyandina hunerê perwerdeya bi zimanê xwe şert e’
 
Salîhayê di berdewamiyê de ev tişt daxuyand: “Piştî ziman bê jibîrkirin, der barê malbat, çand, paşeroj û hunerê de tu tişt namîne. Mirovê ji ziman û hebûna xwe dur bikeve, dikevev valahiyê. Kesên ji zimanê xwe dur dikevin vediguherin heyînek din. Bi salan e me li her derê girîngiya perwerda bi zimanê dayikê anî ziman. Ji bo çand, huner û wêje bê jiyîn perwerdeya bi zimanê dayikê ferz e. Bi qasî av û nan xwezayî ye. Bi salan e li ser ziman polîtîka asîmîlasyonê tê meşandin. Dixwazin Kurdên wek xwe biafirînin. Lê gel xwedî li zimanê xwe derdikeve. Kurd û Kurdî heye. Qeyûm çawa hat êrîşê tabelayên kurdî kir. Ji bo ku Gelê Kurd tune bikin êrîşê zimanê wî dikin.”
 
‘Ji bo teşhîsek rast divê zimanê dayikê bê bikaranîn’
 
Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan jî balkişand ser ximzeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê û girîngiya zimanê dayikê ya di navbera nexweş, xebatkarên tenduristiyê de û ev tişt got: “Ji bo nexweşiya nexweş baş bê fêmkirin divê bi zimanê nexweş pê re axaftin bê kirin. Bi giştî kes herî baş bi zimanê xwe dikare xwe îfade bike. Ger ku nexweş xwe baş îfade neke, ev dikare bibe sedea dermankirineke şaş.”
 
‘Divê li zanîngeha bi zimanê dayikê pewerde bê dayîn’
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de got ku daxwaza xizmeta tenduristiya bi zimanê dayikê, parçeyek mafê jiyanê ye û wiha dawî lê anî: “Ji bo kalîteya xizmeta tenduristiyê zêde bibe, li herêman li gorî ziman divê pergalek bê afirandin. Li Xerpêtê di erdhêjê de xebatkara tenduristiyê bi zimanê dayikê gazî kesê di bin kavilê de kir û bi saya têkiliyeke rast ji bin kavilê hatibû derxistin. Di vê mînakê de em dibînin ku xizmeta bi zimanê dayikê çiqas girîng e. Divê li zanîngehan bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn.Divê tayînkirina xebatkarên tenduristiyê, li gorî zimanên herêman bê kirin. Divê li gorî ku mirov bi zimanê xwe xizmetê bigirin plansazî bên kirin.”