'Çeteyên Ferîde û Arînê revandine 10 hezar dolar fîdye dixwazin'

  • 09:01 22 Îlon 2021
  • Rojane
Hêlîn Asmîn
 
ŞEHBA - Derbarê îşkence û revandina jinan a li Efrînê ya di bin kontrola komên girêdayî dewleta tirk de ye Berdevka Dîplomasiya Kongreya Star a Herêma Efrînê Zozan Mistefa bang li hemû sazî û dezgehên jinan kir ku komîteyekê ava bikin û biçin li Efrînê lêkolînê bikin û wiha got:"Kiryar û qirêjiyên li Efrînê tên kirin bêtir li ser jinan tên kirin. Çete jinan direvînin û fîdyeyê dixwazin. Çeteyên Ferîde û Arînê revandine 10 hezar dolar fîdye dixwazin. Em li dijî van kiryarana bangê li hemû jinên cîhanê dikin ku dengekî xurt derxin."
 
Piştî di 18'ê Adara 2018'an de Kantona Efrînê ket bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê gelek binpêkirinên mafan rû dan. Gelek caran jin hatin revandin, îşkece li welatiyên ku li Efrînê man hat kirin, malên wan hatin talankirin. Ên herî zêde li Efrînê bi kiryaran re rû bi rû dimînin jin in. Ji ber jin kok û bingeha civakê ye dixwazin bi rêya hedefgirtina jinêîradeya civakê biçewisînin. Her jin ji aliyê komên çeteyan ve tên revandin, di zîndanan de tên îşkencekirin û gelek ji wan jî çarenûsa wan diyar nabe. 
 
Di vê dema dawî de û li gor çavkaniyên herêmî di dîroka 13'ê Îlona 2021'ê de jina bi navê Ferîda Mustafa ya 28 salî ye û dayika du zarokan e ji aliyê koma bi navê "Ewlehiya Siyasî" ya girêdayî dewleta tirk  hate revandin. Ev jin ji niştecihên gundê Kûrkayê yê girêdayî navçeya Mabeta Efrînê ye. Ferîda dema ku li zindanên komên girêdayî dewleta tirk ên li navenda kantona Efrînê, serdana hevjînê xwe Muhemed Ebd El Qadêr Sîdo  dikir hat revandin.Di dîroka 15'ê Îlûnê de jî koma bi navê "El Hemzet" a girêdayî dewleta tirk jina bi navê Arîn Dilê Hesen a 23 salî ye û ji Gundê Kîmarêyê ya navçeya Şêrewaya Efrînê ye hate revandin. Çarenûsa Arînê heta vê kêliyê ne diyar e û komên çete fîdeyê ji malbata Arînê bi qansî hezar dolarî dixwazin. Tînin ziman dema fîdye bê dayin dê Arînê berdin. 
 
Ev bû cara duyem ku Arînê ji aliyê van koman ve tê revandin. Cara yekemîn jî di 27'ê Sibata 2020'î de hate revandin û wê demê nêzî 300 rojî Arînê di zindanên çeteyan de ma. Arînê derbasî zindana Ezaz, Bab û zindana Maratê ya navenda Efrînê hat kirin. bû. Bi dehan mîna Arînê jin ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatine revandin. Girêdayî revandina jinan a li Efrînê û kiryarên li Efrînê Berdevka Dîplomasiya Kongreya Star a Herêma Efrînê Zozan Mistefa axivî.
 
'Çeteyên Ferîde û Arînê revandine 10 hezar dolar fîdye dixwazin'
 
Zozan Mistefa diyar kir ku bûyerên li Efrînê tên qewimandin ji derveyî mirovahiyê ne û wiha got:" Li ser van bûyeran me weke Kongreya Star par jî daxuyanî da. Di wê daxuyaniyê de me navê gelek jinan dabû. Piştî demekê ev jin ji zindanê derketin jê hinek çûne Tirkiyeyê hinek jî li Efrînê man. Niha dîsa Ferîde û Arînê hatine girtin û birine cihêkî ne diyar. Çeteyên ku Ferîde û Arin revandine niha 10  hezar dolar fîdye dixwazin. Em li dijî van kiryarana bangê li hemû jinên cîhanê dikin ku dengekî xurt derxin."
 
'Jin piranî di hundir de ne û bi tirs dijîn' 
 
Zozanê anî ziman niha kiryar û qirêjiyên ku li Efrînê diqewimin piranî li ser jinan tên kirin û wiha bi dawî kir:"Ji ber ku di piranî şeran de jin zehmetiya herî mezin dijî loma rewşa wan xirabtir e. Niha li Efrînê jî heman tişt tê meşandin. Ev  pergala dewlata tirk a hezar salan e. Niha jin newêrin derkevin derve, piranî  di malê de ne û di bin zextê çeteyan de bi tirs dijîn. Lê em ê her tim têkoşîn û lêkolînên xwe berdewam bikin ji bo em bikaribin rastiya ku niha li Efrînê tê jiyîn bidin bihîstin. Ez ji bo hemû sazî û dezgehê jinan bangewaziyê dikim ku komîteyekê ava dikin da ku biçin li Efrînê lêkolînê bikin.