Aktivîstên TJA'yê li Wanê hatin gel hevdu

  • 12:58 21 Îlon 2021
  • Rojane
 
WAN - TJA'yê di çarçoveya bernameyên çalakiyên serdema nû de bi hemû aktivîstên xwe bi hevdîtinên pêk anîn hatin gel hevdu. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya bernameyên çalakiyên serdema nû de bi hemû aktivîstên xwe bi hevdîtinên li navçe û bajaran pêk anîn hatin gel hevdu. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulderan Varli, Dayikên Aştiyê, xizmên windayan û gelek jin beşdarî hevdîtina li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê bûn. Berî hevdîtinê pankartên bi nivîsê "Li dijî qirkirina jinê jiyan li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin","Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e dem dema azadiyê ye","Jinên ciwan li pêşeroja xwe xwedî derdikevin em xwe diparêzin" li eywanê hatin daliqandin. 
 
Berî hevdîtinê jinan tevî muzîkê dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Piştre ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. 
 
Di hevdîtinê de Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Deniz Oztekin da zanîn wan ji ber pandemiyê hevdîtinên berfireh nikaribûn bikirina û got ew ê li navçe û bajan bi gelek jinan bên gel hevdu. 
 
Denizê ji bo diyarkirina rojevê mafê axaftinê dan jinan û diyar kir dê piştre hevdîtin ji çapemeniyê girtî bidome.