DEDAŞ'ê li Dêrikê têlên ceyranê birî û dîrekên ceyranê rakir

  • 15:19 13 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - DEDAŞ'ê tevî cendirmeyan bi ser gundên Dêrikê de girt û têlên ceyranê yên bîrên avê birî. Her wiha dîrekên ceyranê jî rakir. 
 
Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), bi hinceta "deynên ceyranê" bi hejmareke zêde cendirmeyan re bi ser gundên navçeya Dêrikê ya Mêrdînê de girt û li gundên Qubilme û Êlaska têlên ceyranê yên bîrên avê birî û dîrekên ceyranê rakir. Xebatkarên DEDAŞ'ê têlên ku birîn û dîrekên ku rakirin li qamyonan bar kirin û bi xwe re birin. 
 
Cotkar Emrûllah Ayav, diyar kir ku îttîrazî deynên ku DEDAŞ'ê ji wan re derxistiye kirine û pêvajoya dadgehê dane destpêkirin. Emrûllah, da zanîn ku pêvajoya dadgehê didome û li dijî pêkanînên DEDAŞ'ê jî serlêdana xwe ya tevdîrê kirine û dema ku li benda bersivê bûne DEDAŞ û cendirmeyan bi ser wan de girtine.