Derbarê Oznûr Deger de lêpirsîn hat vekirin

  • 19:13 14 Cotmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê rojnameger Oznûr Deger de bi hinceta nûçeya wê ya di 16'ê Tîrmehê de "Li ser fermandar Kamil Aksoy ê ku li Nisêbînê fermandar û îşkencekare" de çêkir lêpirsîn hat vekirin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê li ser daxwaza Kamil Aksoy ê fermandar ku îşkence kar e li Nisêbînê bi hinceta ku di 16’ê Tîrmehê de nûçeya  der barê wî de çêkiriye li Midûra Nûçeyan a ajansa me JINNEWS’ê Oznur Deger lêpirsîn da destpêkirin. .
 
Dosyaya lêpirsînê ya ku bi îdaya "kesê têkoşîna dijî terorê hedef hatiye girtin" hat destpêkirin ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hat şandin.
 
Oznur di çarçoveya lêpirsînê de îro li TEM'a Amedê îfade da. Oznur di îfadeya xwe de sûdariyên derbarê xwe de qebûl nekirın û destnîşan kir ku nûçeya wê xebateke rojnamegeriyê ye.
 
Ji aliyê din ve lêpirsîna ku di çarçoveya serlêdana sûc a der barê Kamil Aksoy de ya "erka xwe istîsmar kiriye" ji, dewam dike.