Li Nisêbînê bi ser malan de hat girtin: 5 jin hatin binçavkirin

  • 10:39 6 Tîrmeh 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisîbînê bi serdegirtina malan tevî Dayika Aştiyê 5 jin hatin binçavkirin.
 
Di saetên serê sibehê de li Nisêbîna Mêrdînê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Lêgerîn li malan hat kirin û hinek deriyên malan hatin şikandin û alavên li malan hatin belavkirin. 
 
Tevî Dayika Aştiyê Seyran Unuşdu, Hayat Akdaş (56), Bilmez Ari, Sedika Îlhan û Şehriban Demir birin Şaxa TEM'ê.