Li Nisêbînê bi ser malan de hat girtin: 5 jin hatin binçavkirin 2021-07-06 10:39:35   MÊRDÎN - Li Nisîbînê bi serdegirtina malan tevî Dayika Aştiyê 5 jin hatin binçavkirin.   Di saetên serê sibehê de li Nisêbîna Mêrdînê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Lêgerîn li malan hat kirin û hinek deriyên malan hatin şikandin û alavên li malan hatin belavkirin.    Tevî Dayika Aştiyê Seyran Unuşdu, Hayat Akdaş (56), Bilmez Ari, Sedika Îlhan û Şehriban Demir birin Şaxa TEM'ê.