MED-DER'ê şahiya zarokan li Bismilê bi dawî anî
- 17:28 4 Tîrmeh 2021
- Rojane
AMED - MED-DER ji bo balê bikişîne ser girîngiya ziman, şahiya xwe ya ji bo zarokan ku li dar xistibû li Bismilê bi dawî anî.
Komeleya Lêkolîn Çad û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), ji bo balê bikşîne ser girîgiya ziman li taxa Kooperatîfê ya Bismila Amedê şahiya zarokan li dar xist. Di şahiya ku hat lidarxistin de Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û komeleya çandê jî cih girtin.
Di şahiyê de bi zaravayê kurmancî zarok fêrî tîpên kurdî hatin kirin û ji bo zarokan perwerde hate dayîn. Piştî perwerdeyê ji zarokan re wêne hatin nîşandan û stran ji bo wan hatin gotin. Piştî muzîkê ji zarokan re wekî diyarî seta perwerdehiya kurdî hate dayîn.
Herî dawî jî zarokan strana bi bi navê "Zimanê Kurdî" gotin û bi gerandina govendê şahî bi dawî bû.