MED-DER'ê şahiya zarokan li Bismilê bi dawî anî 2021-07-04 17:28:04     AMED - MED-DER ji bo balê bikişîne ser girîngiya ziman,  şahiya xwe ya ji bo zarokan ku li dar xistibû li Bismilê bi dawî anî.    Komeleya Lêkolîn Çad û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), ji bo balê bikşîne ser girîgiya ziman li taxa Kooperatîfê ya Bismila Amedê şahiya zarokan li dar xist. Di şahiya ku hat lidarxistin de Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û komeleya çandê jî cih girtin.    Di şahiyê de bi zaravayê kurmancî zarok fêrî tîpên kurdî hatin kirin û ji bo zarokan perwerde hate dayîn. Piştî perwerdeyê ji zarokan re wêne hatin nîşandan û stran ji bo wan hatin gotin. Piştî muzîkê ji zarokan re wekî diyarî seta perwerdehiya kurdî hate dayîn.    Herî dawî jî zarokan strana bi bi navê "Zimanê Kurdî" gotin û bi gerandina govendê şahî bi dawî bû.