Jinên îfadeya wan hatin girtin, hatin berdan
- 19:03 1 Tîrmeh 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Jinên ji bo daxuyaniya Peymana Stenbolê îfadeyên wan hatin girtin hatin berdan.
Platftoma Jinan a Şahmaranê bi armanca şermezarkirina betalkirina Peymana Stenbolê, rexmê gef û astengiyên polîsan li perqa Karayollari ya Mêrdînê daxuyanî dabûn.
Polîsan bi riya telefonê gazî çalekvanên ku tevlî daxuyaniyê bûne kirin û gotin pêwîst e hûn werin îfadeyê. Îro saet di 15.30'an de bi parêzeran re îfadeya wan hatin girtin û hatin berdan.