Jinên îfadeya wan hatin girtin, hatin berdan 2021-07-01 19:03:00   MÊRDÎN - Jinên ji bo daxuyaniya Peymana Stenbolê îfadeyên wan hatin girtin hatin berdan.   Platftoma Jinan a Şahmaranê bi armanca şermezarkirina betalkirina Peymana Stenbolê, rexmê gef û astengiyên polîsan li perqa Karayollari ya Mêrdînê daxuyanî dabûn.    Polîsan bi riya telefonê gazî çalekvanên ku tevlî daxuyaniyê bûne kirin û gotin pêwîst e hûn werin îfadeyê. Îro saet di 15.30'an de bi parêzeran re îfadeya wan hatin girtin û hatin berdan.