Zîlan li Mêrdînê hat bibîranîn
- 16:46 30 Hezîran 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad li Mêrdînê Zeynep Kinaci (Zîlan) hat bibîranîn.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya bibîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan bernameya bîrnanînê li dar xist. Di bernameyê de Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî bernameyê bûn.
Bibîranîn bi deqeyek rêzgirtina li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Sînevîzyona ku jiyana Zîlanê vedibêj hat pêşkêşkirin û Jinên Çanda Mezopotamyayê jî bi stranên xwe yên têkoşînê di bernameyê de cih girtin.
Bername bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.