Zîlan li Mêrdînê hat bibîranîn 2021-06-30 16:46:01   MÊRDÎN - Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad li Mêrdînê Zeynep Kinaci (Zîlan)  hat bibîranîn.   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya bibîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan bernameya bîrnanînê li dar xist. Di bernameyê de Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî bernameyê bûn.   Bibîranîn bi deqeyek rêzgirtina li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Sînevîzyona ku jiyana Zîlanê vedibêj hat pêşkêşkirin û Jinên Çanda Mezopotamyayê jî bi stranên xwe yên têkoşînê di bernameyê de cih girtin.    Bername bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.