Ji bo meşa 25’ê hezîranê li 5 navçeyan belavok hatin belavkirin
- 19:39 23 Hezîran 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê û çalakvanên TJA’yê ji bo meşa ku di 25’ê mehê de ji bo Denîz Poyraz wê bê lidarxistin xebat dan destpêkirin û belavok belavkirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz wê di 25’ê mehê de li Mêrdînê Parka Karayollariyê meşek li dar bixe. Şandeya ku ji TJA’yê û rêxistina HD’ê pêk tê li Dêrik, Kerboran, Qoser, Artuklu, Nisêbîn û Şemrexê xebat dan meşandin û belavok hatin belavkirin.