Ji bo meşa 25’ê hezîranê li 5 navçeyan belavok hatin belavkirin 2021-06-23 19:39:14     MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê û çalakvanên TJA’yê ji bo meşa ku di 25’ê mehê de ji bo Denîz Poyraz wê bê lidarxistin  xebat dan destpêkirin û belavok  belavkirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz wê di 25’ê mehê de li Mêrdînê Parka  Karayollariyê meşek  li dar bixe. Şandeya ku ji TJA’yê û rêxistina HD’ê pêk tê li Dêrik, Kerboran, Qoser, Artuklu, Nisêbîn û Şemrexê xebat dan meşandin û belavok hatin belavkirin.