Ji bo Denizê helbest hat nivîsandin
- 11:32 23 Hezîran 2021
- Rojane
AMED - Girtiya bi navê Saadet Akin, ji bo Denîz Poyraz a ku hat qetilkirin helbesteke ku nivîsî şand û ji malbata wê re jî peyama, "Sekna dayika Fehîmeyê û têkoşîna wê moral û hêz da me. Tişta ku gelan bibe serkeftinê jî ev sekin e" şand.
Bi êrişa faşîst Onur Gencer a di 17'ê Hezîranê de ya li ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Deniz Poyraz hatibû qetilkirin. Gelê kurd li her derê xwedî li Denizê derdikeve û bertekên xwe didomîne. Girtiya siyasî ya li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê Saadet Akin li ser Denizê helbestek nivîsand. Di hevdîtina heftane ya malbatê de Saadetê helbesta ji bo Denizê nivîsandibû xwend û ji bo malbata Denizê sersaxî xwest.
Saadetê da zanîn helbesta wê nivîsandiye ew di şexsê Denizê de diyarî kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Saadetê ev peyam ji malbata Denizê re ragihand:
"Di destpêkê de serê hemû gelê me û malbata rêhevala me Denizê sax be. Wekî dayika wê got 'Denizek çû wê bi hezaran Deniz bên','Hevrînek çû wê bi hezaran Hevrîn bên'. Ew ê ev têkoşîn bidome. Heta ala azadiyê li her derê kil bibe ev têkoşîn ew ê bidome. Hevala Denizê û her rêhevalên ji me re bûne ronahî wê her dem rêya me ronî bikin. Em jî li vir vê sozê didin. Em ê bi ser bikevin.
Em ji dayika Fehimeyê re û ji hemû dayikên serî hildidin silavên xwe dişînin. Sekin û têkoşîna dayika Fehîmeyê ji bo me bû moral û hêz da me. Ya ew ê serkeftinê bîne û gelan bike yek ev sekin e. Dîsa ya moral û hêz da ev sekin e. Careke din serê dayika Fehîmeyê sax be. Em li hember gelê kurd ê serî hildide bejna xwe ditewîne."
Helbesta Saadetê ya bi kurdî nivîsandiye wiha ye:
Denîz
Kenekî esmer ji dil, bi giyanî
Nêrînek seranser bi hêvî
Dengekî kemanî ya bi dilovanî
Û dilek ji dergûşa medyayê
Te ji me re hişt diyarî
Binêr li ser fikra te ya henûn
Li hev kom bûne heval û hogir
Hêviyê mezin dikin,
Baweriyê geş dikin
Li benda te ne Deniz
De rahêje kemana xwe
Û bistirê newaya azadiyê
Ka rûnê
Evîndar û azadîxwazên welêt
Di jîngehên ku şagirtên wê tu yî
Bi sereneta te ya rêwitiyê
Dibin mest û sermest
Tu dibî vexwînerê heqîqetê
Stêrkan govend gerandin
Di kadizê de
Tu yî vê carê sergovenda vê dîlanê
Destmala kesk, sor û zer
Di destên te de
Û bi navê te olan dide
Denîzek çû û dê werin bi hezaran Deniz
Di strana te de geş dibû agirê jîngehê
Bi hezaran hevalbendên te
Diqêrin navê te
Deniz li vir e, em li vir in Deniz
Dibişirin zarokên qemerî û çavzeytûnî
Cêwîk in mîna jin û berxwedanê
Navê yekê Denîz danîn
Bi ilm û zanîna rojê serî hilanîn
Navê yekê Poyraz danîn
Bi bawerzîn bû ziryan
Dagirkerî ji bin ve hilanî
Denîz ka rûnê, stêrk bila bi strana te bibişire