Ji bo Denizê helbest hat nivîsandin 2021-06-23 11:32:38   AMED - Girtiya bi navê Saadet Akin, ji bo Denîz Poyraz a ku hat qetilkirin helbesteke ku nivîsî şand û ji malbata wê re jî peyama, "Sekna dayika Fehîmeyê û têkoşîna wê moral û hêz da me. Tişta ku gelan bibe serkeftinê jî ev sekin e" şand.   Bi êrişa faşîst Onur Gencer a di 17'ê Hezîranê de ya li ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Deniz Poyraz hatibû qetilkirin. Gelê kurd li her derê xwedî li Denizê derdikeve û bertekên xwe didomîne. Girtiya siyasî ya li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê Saadet Akin li ser Denizê helbestek nivîsand. Di hevdîtina heftane ya malbatê de Saadetê helbesta ji bo Denizê nivîsandibû xwend û ji bo malbata Denizê sersaxî xwest.    Saadetê da zanîn helbesta wê nivîsandiye ew di şexsê Denizê de diyarî kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Saadetê ev peyam ji malbata Denizê re ragihand:   "Di destpêkê de serê hemû gelê me û malbata rêhevala me Denizê sax be. Wekî dayika wê got 'Denizek çû wê bi hezaran Deniz bên','Hevrînek çû wê bi hezaran Hevrîn bên'. Ew ê ev têkoşîn bidome. Heta ala azadiyê li her derê kil bibe ev têkoşîn ew ê bidome. Hevala Denizê û her rêhevalên ji me re bûne ronahî wê her dem rêya me ronî bikin. Em jî li vir vê sozê didin. Em ê bi ser bikevin.   Em ji dayika Fehimeyê re û ji hemû dayikên serî hildidin silavên xwe dişînin. Sekin û têkoşîna dayika Fehîmeyê ji bo me bû moral û hêz da me. Ya ew ê serkeftinê bîne û gelan bike yek ev sekin e. Dîsa ya moral û hêz da ev sekin e. Careke din serê dayika Fehîmeyê sax be. Em li hember gelê kurd ê serî hildide bejna xwe ditewîne."   Helbesta Saadetê ya bi kurdî nivîsandiye wiha ye:   Denîz   Kenekî esmer ji dil, bi giyanî    Nêrînek seranser bi hêvî   Dengekî kemanî ya bi dilovanî   Û dilek ji dergûşa medyayê   Te ji me re hişt diyarî   Binêr li ser fikra te ya henûn   Li hev kom bûne heval û hogir    Hêviyê mezin dikin,   Baweriyê geş dikin   Li benda te ne Deniz    De rahêje kemana xwe    Û bistirê newaya azadiyê    Ka rûnê    Evîndar û azadîxwazên welêt    Di jîngehên ku şagirtên wê tu yî   Bi sereneta te ya rêwitiyê    Dibin mest û sermest    Tu dibî vexwînerê heqîqetê    Stêrkan govend gerandin    Di kadizê de   Tu yî vê carê sergovenda vê dîlanê    Destmala kesk, sor û zer    Di destên te de    Û bi navê te olan dide    Denîzek çû û dê werin bi hezaran Deniz    Di strana te de geş dibû agirê jîngehê    Bi hezaran hevalbendên te    Diqêrin navê te    Deniz li vir e, em li vir in Deniz    Dibişirin zarokên qemerî û çavzeytûnî   Cêwîk in mîna jin û berxwedanê    Navê yekê Denîz danîn   Bi ilm û zanîna rojê serî hilanîn   Navê yekê Poyraz danîn    Bi bawerzîn bû ziryan    Dagirkerî ji bin ve hilanî   Denîz ka rûnê, stêrk bila bi strana te bibişire